Tirkiyê deriyê sînor ê Bab El-Hewa li sînorê Sûriyê girt
Îlon 10, 2015 20:04 Asia/Tehran
Artêşa Tirkiyê deriyekî sînorî yê vî welatî ligel Sûriyê girt.
Li gorî rapora Fars News`ê, artêşa Tirkiyê roja pêncşemiyê li pey bûyera mirina sînorvanekî vî welatî li sînorê SÛriyê, deriyê sînorî yê Bab El-hewayê heta demeke nediyar girêda.rayedarên tirk îro pêncşemiyê 10`ê îlona 2015`an ragihandin ku çekdarekî 21 salî yê vî welatî li navçeya Rêyhanliya parêzgeha Hatayê mijûlî erkdariya xwe bû ku ji aliyê axa Sûriyê va ket ber êrîşan.
Li ser esasa vê raporê, ji dawiya tîrmehê heta niha 2 leşkerên tirk ji ber gullereşandina ji aliyê axa Sûriyê hatin ekuştin.