Îlon 10, 2015 20:04 Asia/Tehran
  • Li Dêrsimê Polîsek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn

Ji ber êrişa PKK ya ser hêzên artêşa Tirkiyê, polîsek wî welatî hate kuştin û 2 polîs jî birîndar bûne.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Rûdaw`ê, , li taxa Cumhuriyet ya bajarê Dêrsîmê hêzeke Tîma Taybet a polîsên Tirkiyeyê ku pasevaniya avahiyên polîsan dikirin, rastî êrişa hêzên PKK hatin ku polîsek hate kuştin û 2 polîs jî birîndar bûn.
Hat zanîn, di vê êrişê de gerîllayan bi roket û çekên giran û dûrhavêj êrişî hêzên polîs kirin.
Li hember êrişa gerîllayên PKKê, hêzên polîs ên Tirkiyeyê jî bersiv dan û di navbera her du aliyan de şer derket.
Li gor agahiyan, di encama şer de 3 polîs û jinek birîndar bûn ku yek ji wan polîsan li nexweşxanê da hate kuştin.