Rezamendiya Dawûdoxlû ji encamên êrîşên artêşa Tirkiyê li ser pêgehên PKK`ê
Îlon 10, 2015 19:11 Asia/Tehran
Serokwezîrê Tirkiyê ragihand: Êrîşên vê dawiyê yên firokeyên şêr ên artêşa vî welatî li dijî pêgehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li bakûrê Iraqê bi ser ketiye.
Li gorî rapora IRIB News`ê, serokwezîrê Tirkiyê, Ehmed Dawûdoxlû roja pêncşemiyê 10`ê îlona 2015`an bal kişande ser êrîşên hêza esmanî ya artêşa Tirkiyê li dijî pêgehên PKK`ê li bakûrê Iraqê di heyama du rojên dawî da û got: Encamên baş ên van êrîşan ji bo paşvekişandina endamên vê partiyê ji sînorên Tirkiyê hebûye.Piştî ku şervanên PKK`ê roja yekşemiyê êrîşî ser pasgeha sînorî ya Daxlîcayê li parêzgeha Hekkariyê kirin û 16 ajanên tirk kuştin, firokeyên cengî yên artêşa Tirkiyê êrîşên xwe yên hewayî li ser pêgehên vê partiyê zêde kirin.
Dewleta Tikriyê li pey vê êrîşê soz da ku PKK`ê ji nav bibe.
Pevçûnên di navbera şrvanên PKK`ê û hêzên ewlehiyê yên vî welatî ji du mehan berî niha ku artêşa Tirkiyê pêgehên vê partiyê li Sûriye û bakûrê Iraqê dan ber êrîşan, gurr bûne.
PKK`ê piştî destpêkirina êrîşên hewayî yên artêşa Tirkiyê, peymana agirbesa sala 2013`an ligel Enkerê bi dawî anî.