Îlon 10, 2015 18:24 Asia/Tehran
  • Hişyariya Erdogan bi Partiya Demokratîk a Gelan

Serokkomarê Tirkiyê li bara piştavaniya HDPê ji terorîstan hişyarî daye vê partiyê

Li gor rapora World Bullten, Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê îro pêncşemê ji Partiya Demokratîk a Gelan xwest ku xwe nêzikî PKK ku wî wekî grûpa terorîstî bi nav bir neke.
Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê got: Pêwîst e ku HDP di navbera terorîstan û aşitiyê yekê bibijêre.
Erdogan ragihand ku piştevaniya HDPê ji PKKê dê xisareteka giran bona Partiya Demokratîk a Gelan hebe.
Receb Teyib Erdogan bal kişand ser viya ku kiryarên birek ji siyasetmedaran manê û berbendan li ser riya xebatên eskerî dijî terorîstan çêdikin got: Pêwîst e ku siyasetmedar dest ji van cure xebatên xwe berdin.
Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê li halekê hişyarî daye HDPê ku Demîrtaş hevserokê Ppartiya Demokratîk a Gelan ragihand ku siyasetên derve yên dewleta Enqerê li navçê rastî şikestê hatine.