Demîrtaş: Erdogan û Ehmed Dawûdoglu agirê şerê hundirî li nav Tirkiyê vêxistine
Îlon 10, 2015 17:28 Asia/Tehran
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan serokkomar û serokwezîrê Tirkiyê berpirsên vêketina agirê şerê hundirî li nav Tirkiyê daye zanîn.
Li gor rapora ajnasa Fars News'ê, Selahedîn Demîrtaş Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan , Receb Teyib Erdogan serokkomar û Ehmed Dawûdoglu serokwezîrê Tirkiyê berpirsê vêketina agirê şerê hundirî li nav Tirkiyê daye zanîn.Ajansa Cîhan ji zarê Demîrtaş ragihand ku piştî Erdogan û Ehmed Dawûdoglu fêm kirin şerê li çiyan nikare bo wan reyî û dengan kom bike, biryar girtin ku şêr têxin nav bajaran.
Wî got: Ji aliyê hikûmeta AKPê û sîstema istixbaratî ya Tirkiyê hinek bûne memûr ku aloziyê dinav bajarên kurdtêdayî yên Tirkiyê da çê bikin ku her li vê rastê da li li du rojên bihurî 400 car êrişî ser navendên Partiya Demokratîk a Gelan hatiye kirin.
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan ragihand ku şokra xwedê ku em wekî serê derziyê jî li operasiyonên terorîstî yên nav Tirkiyê berpirsyar nînin û eva Erdogan û Dawûdoglu ne ku agirê şêr li nav Tirkiyê da vêxistine.
Demîrtaş li gotinên xwe ji xelkê kurd û tirk yên Tirkiyê xwest ku li rewşa niha li kêlega hevdu bin.