Serokê parlemana Tirkiyê ji gelê vî welatî xwest ku aram bin
Îlon 10, 2015 17:10 Asia/Tehran
Li pey gurrbûna şer û pevçûnan û êrîşa neteweperestên tirk li ser nivîsgehên hinek ji partiyan li bajarê Tirkiyê, serokê parlemana vî welatî ji xelkê Tirkiyê xwest ku aram û xwînsar bin.
Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya malpera rojnameya Zaman`ê, serokê parlemana Tirkiyê, Ismet Yilmaz roja çarşemiyê 9`ê îlona 2015`an bi daxuyaniyekê ji gelê vî welatî xwest ku li hemberî tevgerên handêr hişyar û xwînsar bimînin.Yilmaz li vê daxuyaniyê tevî rexneya ji êrîşên li ser nivîsgehên partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) pêhişiyarî da ku kiryarên wisan heman tişt e ku têrorîstî dixwazin.
Di rojên dawî da nivîsgehên HDP`ê li çend parêîzgehên vî welatî ji aliyê hejmareke zêde ji neteweperestên tirk va ketin ber êrîşan.
Neraziyan bi vê kiryara xwe hêrsa xwe ji HDP`ê ji ber piştgiriya wê ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku li hemberî artêşa Tirkiyê disekine, diyar kirin.
Pevçûna di navbera PKK û hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ji du mehan berî niha va ku artêşa Tirkiyê pêgehên vê partiyê li Iraqê û hinek ji deverên vî welatî dan ber êrîşan gurr bûye.