Îlon 10, 2015 14:28 Asia/Tehran
  • Ragihandina hikûmeta leşkerî li hin deverên wilayeta Diyarbekra Tirkiyê

Walîtiya Diyarbekrê li başûra rojhilata Tirkiyê li hin bajarên vê parêzgehê hikûmeta leşkerî ragihand.

Walîtiya parêzgeha kurdnişîn a Diyarbekrê îro bi daxûyaniyekê ragihand ku 4 deverên Sîlvan, Kolib, Lîce û Dicle bi awayekî demkî deverên leşkerî ne.
Bi biryara walîtiya Diyarbekrê, ev 4 deverana dê heta Adara 2016'an deverên leşkerî bin û piştî vê demê jî li bara rakirin an dirêjkirina wê rewşê dê biryar bê dayîn.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Anadoliyê, walîtiya Diyarbekrê ragihandiye ku armanca vê biryarê, parastina can û malê welatiyan, girtina pêşiya derbasbûna endamên PKK'ê nav van deverana û girtina pêşiya alozbûna rewşê ye.
Piştî peydakirina cesedên 2 meimûrên polîs ên Tirkiyê li malên wan li wilayeta Şanlîûrfayê li başûra vî welatî, hêzên ewlehî û artêşa vî welatî operasyonek berfire dijî endamên PKK'ê destpê kirin.
Her du meimûr bi gulleyê hatibûn kuştinê û PKK'ê jî berpirsiya wê girt ustiyê xwe.
Ji hêla din va Li gorî rapora malpera televîzyona TRT'ê ya Tirkiyê, dozgeriya Diyarbekrê ragihand ku Selahedîn Demirtaş hevserokê HDP'ê ji ber gotinên xwe li civîneke rojnamevaniyê li vî şarî ketiye ber taqîbata dadweriyê.
Dozgeriya Diyarbekrê, Selahedîn Demirtaş li warê heqareta li gelê Tirkiyê, dewleta vî welatî û saziyên dewletê, bêhurmetiya li serokomêr, handana pêkanîna sûcê û propaganda ser xêra partiya têrorîst (PKK) tawanbar kir.
Dozgeriya Diyarbekrê bi bîr xist ku li gorî xala 83 ya destûra bingehîna Tirkiyê daxwazek derheq qebûlkirina ibtalkirina mafê parastîbûna li ber dadweriyê (mesûniyeta siyasî) yê Demirtaş şandiye wezareta dadweriya vî welatî.
Selahedîn Demirtaş hevserokê HDP'ê duh li civîna rojnamevaniyê li Diyarbekrê delweta Tirkiyê tawanbar kir ku şîdetê li vî welatî gurr dike.