Kuştina polîsekî tirk li Tûnceliyê bi destê PKK'ê
Îlon 10, 2015 11:49 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçan li Tirkiyê ragihandin ku meimûrekî polîs ê vî welatî di encama êrişa endamên PKK'ê ser hêzên polîs li bajarê Tûnceliyê li rojhilata Tirkiyê da hat kuştinê.
Li gorî rapora malpera televîzyona TRT'ê ya Tirkiyê, endamên PKK'ê şeva buhurî li Tûnceliyê bi rokêtan êrişî meimûrên polîs ên li ber komavahiya polîsên Tirkiyê kirin ku di encamê da 3 polîs û welatiyekî sivîl birîndar bûn.Polîsekî birîndar tevî hewldana tixtoran bo xilaskirina wî, li nexweşxana dewletê ya bajarê Tûnceliyê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî nûçeke din endamên PKK'ê şeva derbasbûyî bi rokêtavêj û reşaşeyê êrişî polîsên nobedarê avahiya şaredariya devera Patnosê li wilayeta Agiriyê li rojhilata Tirkiyê kirin.
Endamên PKK'ê piştî gulleavêtina polîsan, neçar man ku birevin. Di encama vê êrişê da kesek nehat kuştinê an birîndar nebû.
Hêzên polîs ên Tirkiyê operasyoneke berfire bo girtina endamên PKK'ê li vê deverê destpê kirin.