Îlon 10, 2015 11:38 Asia/Tehran
  • Dozvekirina dozgeriya Diyarbekrê dijî hevserokê HDP'ê

Hevserokê Partiya Dêmokiratîka Gelan a Tirkiyê (HDP) ji aliyê dozgeriya Diyarbekrê va ket ber teqîbata dadweriyê.

Li gorî rapora malpera televîzyona TRT'ê ya Tirkiyê, dozgeriya Diyarbekrê ragihand ku Selahedîn Demirtaş hevserokê HDP'ê ji ber gotinên xwe li civîneke rojnamevaniyê li vî şarî ketiye ber taqîbata dadweriyê.
Dozgeriya Diyarbekrê, Selahedîn Demirtaş li warê heqareta li gelê Tirkiyê, dewleta vî welatî û saziyên dewletê, bêhurmetiya li serokomêr, handana pêkanîna sûcê û propaganda ser xêra partiya têrorîst (PKK) tawanbar kir.
Dozgeriya Diyarbekrê bi bîr xist ku li gorî xala 83 ya destûra bingehîna Tirkiyê daxwazek derheq qebûlkirina ibtalkirina mafê parastîbûna li ber dadweriyê (mesûniyeta siyasî) yê Demirtaş şandiye wezareta dadweriya vî welatî.
Selahedîn Demirtaş hevserokê HDP'ê duh li civîna rojnamevaniyê li Diyarbekrê delweta Tirkiyê tawanbar kir ku şîdetê li vî welatî gurr dike.