Îlon 10, 2015 10:40 Asia/Tehran
  • 1500 koçberê iraqî li Tirkiyê hatin girtin

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê 1500 koçvberê iraqî ku bi awayekî neqanûnî derbasî vî welatî bûbûn, girtin.

Li gorî rapora IRIB News`ê, ajanên ewlehiyê yên tirk ragihandin ku ev kesna piştî vekolînên pêwîst dê bo Iraqê werin vegerandin.


Li ser esasa vê raporê, koçberên iraqî ji Mûsil û Enbarê ne û piraniya wan jin û zarok in.


Li dû êrîşên koma têrorîst a DAIŞ`ê li ser bajarên cûrbicûr ên Iraqê 2.8 miliyon kes ji xelkê vî welatî neçar man ku war û mala xwe biterkînin


Eva li halekî ye ku Tirkiyê di van salên dawiyê da bi saya piştgiriya ji komên çete û têrorîst ji wan koma têrorîst a DAIŞ`ê pêleke ji bêewlehîtî û şer û pevçûnan li navçeyê bi rê xistiye.