Tirkiyê nûçegihaneke holandî ji vî welatî derxist
Îlon 10, 2015 10:35 Asia/Tehran
Tirkiyê li dû derxistina du nûçegihanên inglîzî roja çarşemiyê jî nûçegihaneke holand ku ev 9 sal in li vî welatî karê nûçegihaniyê dike, derxist.
Ev sêyemîn nûçegihana biyanî ye ku ji dema destpêkirina pevçûnên li herêmên kurdnişîn ên Tirkiyê ji vî welatî tên derxistin.Li gorî rapora ajans anûçeyan a IRNA`yê, nûçegihana holandî, xatûn Firêdrîk Hanink Gîrdînk roja çarşemiyê ji aliyê dozgeriyê radestî rêvebiriya welatiyên biyanî ya polîsê Tirkiyê hat kirin ta ku ji vî welatî bê derxistin.
Ew hevrê ligel 32 kesan bi tawana hevkarî û hevdestiya ligel Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Tirkiyê li bajarê Geverê (Yûksekava) li parêzgeha sînorî ya Hekariyê hatibû girtin.