Îlon 09, 2015 19:26 Asia/Tehran
  • Demirtaş: Niha ji her demî zêdetir yêketiya kurda û tirkan pêwîst e

Ez gelê tirk ra dibêjim ku her karê k udikin, hûn nehêlin biratiya kurdan û tirkan aloz bibe û li hev bikeve. Roja îro j iher demî zêdetir dema yêketiya kurdan û tirkan e.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress'ê û ji zarê ajansa nûçan a Doganê, Selahedîn Demirtaş hevserokê Partiya Dêmokiratîka Gelan (HDP) ku bi dû bûyerên Hekariyê serdana xwe ya welatên ewropî di niviyê da hêla û zivirî Tirkiyê, li axivtinekê bal kişande ser van pevçûnan û got: Em li pêvajoya muzakirên aştiyê giheştibûn qonaxên zef hêvîçêkir, gelo çima muzakire hatin sekinandin, hela jî ji bo me zelal nebûye. Hikûmet divê di vî warî da bersivê bide.
Demirtaş ku li balafirgeha Diyarbekrê bersiva pirên nûçegihanan dida li dewamê got: tevayê kuştin û operasyon xasma yên li Cizîre û Hekariyê derdên hevpar ên gelê Tirkiyê ne. Em wek HDP tu ferqekê nadanin di navbera van bûyeran da. gelo çima şerr hat meydanê? Eva pirsek e ku divê hikûmet bersiva wê bide. Ev insan çima û bona kê tên kuştin? Civaka Tirkiyê aştiyê dixwaze. Ez gelê tirk ra dibêjim ku her karê k udikin, hûn nehêlin biratiya kurdan ûtirkan aloz bibe û li hev bikeve. Roja îro j iher demî zêdetir dema yêketiya kurdan û tirkan e.
Wî li dewama xeberdana xwe desînşan kir ku em ê wek HDP'ê li hilbijartinên meclisê yên 1 Tişrînê tenê bo derbasbûna nav meclisê rikeberiyê nekin. Armanca di van hilbijartinan da seratir e û ew jî rizgarkirina canê ciwanên Tirkiyê ye. Em tenê dixwazin ku şer û kuştin bê sekinandin. Di rewşa halê niha da gelo hilbijartin vê çawan li herêmên kurdnişîn bên lidarxistin? her kes vê yekê dipirse. Hilbijartin yê werin birêxistin, lê ne di rewşa ku bi dû pêkanîna wê ne.