Girtina pêşiya êrişeke têrorîstî li Tirkiyê
Îlon 09, 2015 18:53 Asia/Tehran
Hêzên ewlehiya Tirkiyê pêşî li êrişeke têrorîstiya berfire li başûra rojhilatê vî welatî girtin.
Ajansa nûçan a Terend'ê ji zarê Kanal 7 a Tirkiyê ragihand ku bi sekinandina kamiyonke hilgira 5 ton madeyên teqandinê li parêzgeha Şanlîûrfayê li başûra rojhilatê vî welatî, pêşiya êrişeke têrorîstiya mezin hat girtin.Ji hêla din va duh otobûseke hilgira polîsan li parêzgeha Îdirê ya Tirkiyê teqiya.
Di encama vê teqînê da herî kêm 13 efserên polîs hatin kuştin.
Hêzên ewlehiya Tirkiyê piştî vê bûyerê, operasyoneka berfire dijî endamên PKK'ê li parêzgeha Îdirê dest pê kirin.