Berteka Dawûdoxlû li hemberî êrîşa li ser navendên partiyên dijberên dewletê li Tirkiyê
Îlon 09, 2015 17:47 Asia/Tehran
Serokwezîrê Tirkiyê êrîşa hejmareke neteperestên tirk li ser nivîsgeha hinek ji partî û medyayên cûrbicûr ên dijberên vî welatî şermezar kir.
Li gorî rapora IRIB News`ê, serokwezîrê Tirkiyê, Ehmed Dawûdoxlû li dû êrîşên çend rojên dawî li ser nivîsgehên partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) û hinek ji medyayên dijberan li Tirkiyê, destnîşan kir: Gihandina xisar û ziyanê bo nivîsgeha partiyan bi ti awayî nayê pejirandin.Dawûdoxlû tevî pêgiriya li ser pêwîstiya beşdariya gel û dewleta Tikriyê li dijî têrorîsmê got: Şerê hevpar li dijî têrorîsmê dê peywendiyên biratiyê di nava gel da xurt bike.
Serokwezîrê Tirkiyê her wiha destnîşan kir: Dewlet dê operasiyona li dijî komên têrorîstî bi hêz û xurt bidomîne, lêbelê rê nade ku kesek li Tirkiyê birakujiyê bike.
Ehmed Dawûdoxlû di dawiya gotinên xwe ji gişt welatiyên Tirkiyê xwest ku aramî, hevgirtin û pêbaweriya xwe bi kiryarên dewleta vî welatî biparêzin.
Di rojên dawî da nivîsgeh û navendên HDP`ê li çend parêzgehên vî welatî ji aliyê hejmareke zêde ji neteperestên tirk va ketine ber êrîşan.
Neraziyan bi vê kiryara xwe hêrsa xwe ji HDP`ê ji ber piştgiriya ji Partiya karkerên Kurdistanê (PKK) ku li dijî artêşa Tirkiyê şer dike, ragihandin.