Êrîşa endamên PKK`ê li ser cendirmeyên Tirkiyê
Îlon 09, 2015 17:18 Asia/Tehran
Hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Tirkiyê li rojhilata vî welatî êrîşî ser pasevaniya cendirmeyan kirin.
Li gorî rapora malpera Musawatê, endamên PKK`ê roja çarşemiyê bi gullebar û mûşekavêjan êrîşî ser pasgeheke candirmeyan li parêzgeha Agiriyê kirin.Li ser esasa vê raporê, tu keasek ji ber vê pevçûnê nehat kuştin yan birîndar nebû. Lê xesar û ziyaneke ciddî li avahiya pasevaniyê ket.
Şer û pevçûnên di navbera hêzên PKK`ê û artêşa Tirkiyê bi awayekî berbelav li herêmê didme û hêzên dewleta Tirkiyê bi piştevaniya opearsiyona esmanî, operasiyonek ji bo girtina endamên PKK`ê li vê herêmê dest pê kirine.
Operasiyona hêzên polîs ên Tirkiyê li vê deverê ji bo girtina şervanên PKK`ê hema wisan didome.