Girêdana sînorê Nexcivan û Tirkiyê
Îlon 09, 2015 15:56 Asia/Tehran
Piştî êrişa çekdarên ser bi PKK'ê li gundê Hesenxan ê Îdirê, sînorê Tirkiye û Nexcivanê hat girêdan.
Li gorî rapora malpera ANN. AZ'ê, roja sêşemê dema meimûrên polîs li îdirê li rojhilata Tirkiyê ber bi sînorê Dîlûcûyê di navbera vî welatî û Nexciwanê va diçûn, mayîna ku endamên PKK'ê ji pêş va ser rê bi cih kiribûn teqiya û di encamê da 13 kes hatin kuştin û birîndar bûn.Di encama vê teqînê da herî kêm 10 serbazên Tirkiyê hatin kuştinê û 3 jî birîndar bûn. Tirkiyê piştî vê bûyerê tixûbê xwe û Nexcivanê daxist.
Rayedarên Tirkiyê ragihandine ku PKK'ê bi sûdwergirtina ji rewşa Sûriyê û bi alîkariya Partiya Yekîtiya Dêmokratîka Sûriyê (PYD) rext û sîlehan dabîn dike.