Îlon 09, 2015 15:49 Asia/Tehran
  • Êrişa dubare ya hogirên Erdogan ser avahiya rojnama Hurriyetê

Hejmareke zêde ya piştgirên Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) bi tawanbarkirina rojnama Hurriyetê li warê belavkirina derewan li bara Receb Teyîb Erdogan serokkomarê vî weatî şeva buuhrî li Stenbolê bi keviran êrişî nivîsgeha vê rojnamê kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Dogan a Tirkiyê, hevgavê êrişa ser avahiya navendiya rojnama Hurriyetê li bajarê Stenbolê, çapxana vê rojnamê li bajarê Enqerê jî şeva buhurî ket ber ê
Eva duyemîn êriş e ku di vê heftiyê da ser rojnama Hurriyetê pêk tê.
Yekşemê şev jî nêzî 200 kesên ku bi durişman piştgirî didan Erdiogan û AKP'ê li bajarê Stenbolê bi keviran êrişî nivîsgeha rojnama Hrriyetê kirin.
Êrişkiran bi durişmên piştgiriya ji Erdogan û AKP'ê, bi keviran êrişî nivîsgeha rojnama Hurriyetê kirin û şûşe û deriyê sereke yê avahiya vê rojnamê li navçeya Baxcilara Stenbolê şikandin.
Li gorî vê raporê, polîsên dijî serhildanê bo belavkirina êrişkiran ketin dewrê.
Berpirsên rojnama Hurriyetê gotin: êrişkiran bi awayekî ne qanûnî hicûm anîn ser rojnameyeke serbixwe û eva sedema şermê ye, heke rojnama Hurriyetê şaşitiyek jî kiribe divê bi riyên hiqûqî bê şopandin û safîkirin û ev yeka rê nade ku bi kevir û kêzman êriş ser tu rojnameyekî bê kirin.
Kemal Kiliçdaroglu serokê Partiya Komaraxwaz a Gel (CHP) û hejmarek ji nivîskar û siyasetmedarên Tirkiyê bi şandina peyaman êrişa ser rojnameya Hurriyetê şermezar kirin.