Sefera serokê Konseya Yekitiya Ewrûpayê bo Tirkiyê
Îlon 09, 2015 12:13 Asia/Tehran
Serokê Konseya Yekitiya Ewrûpayê bona berfirehkirina hevkariyên dualî serdana Tirkiyê dike.
Li gorî rapora îro ya malpera Mosawatê û ji zarê Anadoliyê News'ê, sefera Donald Tosk bo Tirkiyê îro destpê dibe û li vê seferê ew bi rayedarên payebilind ên vî welatî re yê hevdîtinê pêk bîne û li warê bihêzkirina hevkariya dualî li beşên curbicur û rewşa penaberên sûrî li vî welatî gotûbêjê bike.Li gorî vê raporê, serokê Konseya Yekitiya Ewrûpayê her wiha yê seredana kempên penaberên sûrî jî bike.
Welatên curbicur ên Yekitiya Ewrûpayê li mehên çûyî bînerê pêla berfireh a penaberan bûne ku piraniya wan penaberên sûrî ne ku ji axa Tirkiyê derbasî nav Yewnanistanê dibin û ji wir xwe digihînin welatên ewrûpî.
Donald Tosk li vê seferê yê tev Receb Teyib Erdogan serokkomar û Ehmed Dawûdoglu serokwezîrê dewleta berwext a Tirkiyê hevdîtinê pêk bîne.
Sefera serokê Konseya Yekitiya Ewrûpayê sibê yê kuta bibe.