Gazindeya Kiliçdaroglu ji serokomarê Tirkiyê
Îlon 09, 2015 11:38 Asia/Tehran
Serokê Partiya Komaraxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP), serokomarê vî welatî derheq şopandina daxwazên xwe yên siyasî tevî kuştina gel bi destê PKK'ê tawanbar kir.
Kemal Kiliçdaroglu serokê CHP'ê tevî şermezarkirina êrişên herî dawiyê yên PKK'ê got: Receb Teyîb Erdogan dewsa pêkanîna aştiyê, hela jî bi dû dabînkirina daxwazên xwe yên siyasî ye. Wî li dewama xeberdana xwe got: Bila serokomarê ku di vê rewşê da jî bi dû 400 kursiyên meclisê ye, şermê bike.Di dema hilbijartinên meclisê da, Erdogan civînên giştî bi navê 400 Parlemanter bi rê xistin ku Erdogan di komûnên hanê da tevayê partiyên dijberê xwe û wadeyên wan yên dema hilbijartinan şermezar dikirin.
Dema ku nûçeyên li ser Daglicayê belav dibûn, Erdogan digot ku rewş pirr cuda ye û heke AKP'ê bikaribe 400 kursiyan li meclisê bi dest bixe, wê demê dikare destûra bingehîn biguherîne.
Roja şemiyê di encama teqîna mayînê ser riya maşînên leşkerî yên artêşa Tirkiyê li devera Daglicaya Hekariyê da, 14 serbazên tirk hatin kuştin û çend jî birîndar bûn.
Wilayeta Hekariyê hevgavê destpêbûna pevçûnên di navbera dewleta Tirkiyê û PKK'ê di van 2 mehên dawiyê da, yek ji meydanên pevçûnên berfire di navbera her du aliyan da bûye.
Niha li 111 deverên rojhilat û başûra rojhilata Tirkiyê rewşa awarte hatiye ragihandin.