Îlon 09, 2015 08:11 Asia/Tehran
  • Tawanbarkirina PKK ji aliyê Erdogan va

Serokkomarê Tirkiyê, PKK bi pêkanîna bêewlehîtî û girêdana deriyên aşitiyê li Tirkiyê tawanbar kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Farsê, Receb Teyib Erdogan roja sêşemê li civîna taxima bilind a hîndekariya Tirkiyê li Enqerê ragihand ku PKK'ê, Enqere neçar kiriye ku li dijî çeperên vê partiyê bikeve tevgera eskerî û got: Dewleta Tirkiyê ti carî vî welatî naspêre destê kesên ku li dû pêkanîna şerê navxweyî ne.
Erdogan PKK wek terorîst da zanîn û ji endamên vê partiyê xwest ku çekên xwe daynin.
Erdogan idia kir ku dewleta Tirkiyê bi destpêbûna muzakirên aşitiyê hemû riyên çareserkirina pirsgirêka heyî ceribandine lê PKK'ê cardin êrişên xwe li vî welatî destpê kirin ku Eqere vê meselê qebûl nake.
Pevçûnên di navbera PKK û hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê da ji du mehan berî niha ve ku artêşa Tirkiyê êriş kir ser çeperên vê partiyê li Sûriyê û hin beşên Iraqê, dijwar bûne. PKK'ê piştî destpêbûna êrişên esmanî yên Tirkiyê ragihand ku agirbesa sala 2013`an bi Enqerê re bi dawî bûye.