Îlon 09, 2015 07:51 Asia/Tehran
  • Êrişa ser nivîsgeha HDP'ê li Ankarayê

Hejmarek netewperestên tirk li ber nivîsgeha Partiya Dêmokratîka Gelan (HDP) li bajarê Enqerê civiyan û xwepêdan bi rê xistin.

Li gorî rapora PressTV'yê, netewperestên tirk şeva buhurî bi keviran êrişî nivîsgeha HDP'ê ya li bajarê Enqerê kirin.
Li gorî vê raporê, di encama êrişa netewperestên tirk da agir berbû hin beşên nivîsgeha HDP'ê ya li Enqerê.
Li gorî gotina rayedarên HDP'ê, polîsên Enqerê tu hewlek ji bo parastina avahiya vê partiyê li hemberî êrişkeran nedan.
Netewperestên tirk bi vî karî hêrsbûna xwe ji HDP'ê ji ber piştgiriya ji PKK'ê ku bi artêşa Tirkiyê ra şêrr dike, nîşan dan.
Hêjayî gotinê ye ku piştî teqîna Sirûçê ku di encamê da 32 ciwanên kurd hatin kuştin û zêde ji 100 kesî jî birîndar bûn, hin çekdarên PKK'ê jî 2 polîsên Tirkiyê kuştin û bi dû van bûyerana agirbesa 2 salî di navbera her du aliyan da kuta bû û êrişên her du aliyan gurr bûn.