PKK'ê balafireke sîxoriya Tirkiyê jorda xist
Îlon 09, 2015 07:25 Asia/Tehran
Baska leşkerî ya Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) ragihand ku balafireke sîxoriyê ya bêfirokevan a Tirkiyê têk biriye.
Bextiyar Dogan berdevkê çiqa leşkerî ya PKK'ê li gotûbêja tev Someriye News'ê got: Hêzên Parastina Gel (HPG) duh piştî nîvro balafireke keşfê ya Tiekiyê li devera Metîna li sînorê Iraq û Tirkiyê jorda xistin.Dogan her wiha got: Balafira keşfê ya Bayraktar ku Tirkiye çê dike, li halê firîna li esmanê deverên bin kontrola PKK'ê da bûye ku ketiye ber êrişê.
PKK'ê duh 20 welatiyên Tirkiyê ji wan berpirsên gumrika vî welatî ku di meha Tebaxê da revandibûn, azad kirin.