Îlon 08, 2015 13:11 Asia/Tehran
  • Daxwaza Demîrtaş ji gelê Tirkiyê ku hevgirtina xwe biparêzin

Serokê partiya Demokratîka Gelan (HDP) ku hikûmet wê wek partiyeke kurdî dide nasandin ji gelê Tirkiyê xwest ku hevgirtina xwe biparêzin.

Li gor nivîsîna rojnama Milliyetê ya Enqerê, Hevserokê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş duh dema ku bihîst 16 kes ji hêzên artêşa Tirkiyê li şerê PKK li parêzgeha Colemêrgê hatine kuştin, sefera xwe ya Ewrûpayê li nîvekê de hêşt û vegeriya Tirkiyê .


De,îrtaş got: Kuştina însanan derd û jana hevpar a me ye û ji me re di navbera kesên ku tên kuştin ti ferq û newekheviyek tine.


Şerê navbera Partiya Karkerên Kurdistanê ya Tirkiyê (PKK) û artêş û hêzên ewlehiya vî welatî eva du meh in ku bi şidet despê bûye û berdewam dike. Ev şera piştî vê yekê despê bû ku Erdogan fermana bombarankirina çeper û meqerên PKK li bakûra Iraqê da ku di encama vê yekê PKK jî ragihand ku êdî agirbesta di navbera wan û hêzên hikûmeta Tirkiyê ku zêde ji du salan berdewam kir ti wateyeke xwe tine û bi vî awayî şerê giran dîsa di navbera wan despê kir.


Tê gotinê ku Erdogan û hikûmeta AKP'ê ev şera bi vê hedefê despê kirin ku rê ji bo serketina xwe ya li hilbijartinên pêşwext a parlemanê serast bikin û niha ew li vê yekê fikir dikin ku li dever û bajarên kurdan rewşa awarte damezirînin da ku rê li ber dengdana kurdan bigirin vêca siyasetmedarên kurd û karzanên siyasî dibêjin: Pêwîst e kurdên Tirkiyê bi taybetî PKK'ê li vê qonaxa hestyar a jiyana xwe bi hemed û hişyarî ve pêngavan rakin.