Hişkesalî û kêmavî xeterek pêşberî Tirkîyê
Tebax 03, 2025 16:01 Asia/Tehran
Di encama kêmbûna bêmînak a barînê û jordaçûna pilleya germayê û berdewambûna hikesalîyê li pirranîya Tirkîyê, ev welata pêrgî xetera kêmavbûnê bûye.
Ne tenê asta ava zimhêrkirî ya li bendavên derdora Istenbolê belkî li bendavên dabînkerê ava pêwîst ji bo metropolên Enqere û Izmîrê jî daketîye ku heke ev rewşa bidome, di siberojeke ne hiqasî dûr da ev şarana jî yê pêrgî pirsgirêka bêavbûnê bibin.
Pisporên warê rewşa av û hewayê amajeyî kêmbûna sedî 30 ya baranê û jordaçûna pilleya germayê ya 4 heta 5 derceyî heta dawîya vê sedsalê dikin û hişyarîyê didin ku Tirkîye yê ji ber hişkesalîyê tûşî zîyaneke kûr bibe û ev welata dê tûşî qeyranên giran ên civakî û aborî bibe.