Tebax 05, 2025 20:02 Asia/Tehran
  • Mêhran di dema herî qerebalix a ji ber Erbeînê de ye

Parêzgarê Îlamê ragihand ku ji destpêka meha Seferê ve heta îro zêdetirî 760 hezar kes ji sînorê Mêhranê derbas bûne.

Ehmed Keremî behsa tedbîrên ku ji bo hêsankirina hatûçûna ziyaretkeran hatine girtin kir û got: Ji bo hatûçûna hêsan û bê pirsgirêk li ser sînorê Mêhranê ve, hemû amadekariyên pêwîst hatine kirin û tê payîn ku ev hejmar di rojên pêşber de bi awayekî berbiçav zêde bibe. Wezîrê Karên Hundir ê Îranê jî çend rojan berî nika ji bo seredana sînorê navneteweyî yê Mêhranê û destpêbûna karê pênc projeyan li sêrêya Cundullahê çû parêzgeha Îlamê. Her sal herî zêde ziyaretkarên bargeha Îmam Hisêyn(s) ji sînorê Mêhranê derbas dibin û zêde ji sedî 60`ê ziyaretkaran vê sînorê ji bo rêwîtiyê hildibijêrin.

Serepeyv