Tebax 05, 2025 19:43 Asia/Tehran

Komek ji xelkê Libnanê li navçeyên Muşrefiye û Kefaatê li dorhêla başûr a Bêyrûtê ji bo piştgîriya ji Hizbullahê daketin kolanan.

Beşdarên li xwenîşandana piştgîriya ji biçekbûna Hizbullaha Libnanê, hin dirûşm bona piştgîriya ji Hizbullahê qêriyan. Wan bi qêrîna Lebeyk ya Nesrullah ji bilî ragihandina piştgîriya ji Hizbullahê, dijayetiya xwe bi destwerdana Amerîkayê li karûbarên navxweyî yên Libnanê û sepandina daxwazên xwe ser hikûmeta Libnanê ji bo jiçekirina Berxwedanê di vî welatî de ragihandin.

Elî Feyaz, Nûnerê fraksiyona Emegdariya bo Berxwedanê li parlimaman Libnanê got ku gava yekem û ewlewiyet, berî her mijarekî din, bidawîanîna dagirkeriya Rejîma Siyonîst û rawestandina destydirêjkeriya wê ye.

Berî wê jî şandek ji Hizbullahê bi Mîşêl Ewn, Serokomarê berê  yê vî welatî re hevdîtin pêk anîn û Feyaz di vê hevdîtinê de got: Em amade ne ku di çarçoveya rêketina 1701`ê ya Konseya Ewlehiyê û rêketina agirbesê ya di navbera Libnanê û Rejîma Siyonîst de rewşê hilkolin.

Cozêf Ewn, Serokomarê Libnanê ji dema ku hatiye ser desthilatê, mijara radestkirina çekên hemû partiyên çekdar raber kiriye.

Serepeyv