Dewama cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzê
Tebax 05, 2025 20:10 Asia/Tehran
Di encama êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezzê di 24 saetên derbasbûyî de 87 kes şehîd û 644 kesên din jî birîndar bûn.
Balafirên cengê yên Rejîma Siyonîst vê sibê konên awareyan li kempekê li Xan Yûnisê û kempa Nûseyratê dan ber mûşekan ku di encamê de hejmarek şehîd bûn.
Herwiha hin gorî hîna di bin kavilan û kolanan de mane û ji ber dewama bombebaranê alîkarîgîhandina bo wan nepêkan e. Hejmara zav a şehîdên Xezzê ji birsiya û bedxwerinê ye. Bi berdewamiya êrişên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê, hejmara giştî ya şehîdên vê navçeyê ji 7`ê Cotmeha 2023`an ve heta nika rabûye 61 hezar û 20 kesî.