Sibat 08, 2026 17:26 Asia/Tehran
  • Xezze u berdewambûna qeyrana ardûyê û dorpêça dijemirovî

4 meh ji agirbesê li Xezzeyê derbas dibin, lê Rejîma Sîyonîst sozên xwe ji wan rêdayîna bo derbaskirina alîkarîyên merivdostane pêk nayne, lewma gelê Xezzeyê dikeve ber qeyranên bi dû hev.

Bilî sînordakirina giran a ardûyê li Zîvala Xezzeyê ku bi salan e didome, kirrîna ji derve u hinardekirina kel u pelan ji wan xwarin u derman jî bi giranî hatîye sînordakirin, lewma gel ji ber vê rewşa debar u tenduristîyê dinale.

Rêxistina Berevanîya Sivîl a Xezzeyê jî hişyarî da ku ji ber berdewambûna vê rewşê, raberkirina xizmetên hawargiheştinê asê bûne û bi vî awayî canê welatîyên hewcedarê alîkarîyên awarte ketîye ber xeterê.

Vê rêxistinê ji civaka cîhanî xwest ku zext u zora bi merema şandina ardûyê bo tîmên hawarçûnê zêde bikin ta ku domandina çalakîyên merivdostîyê li vê herêmê pêkan bibe.

 

Serepeyv