Ehmed Turk: Siyaseta xisarkirina demê û xapandinê ser xêra ti kesî nîne
Sibat 09, 2026 19:02 Asia/Tehran
Siyasetmedarê Kurd ê Tirkiyeyî bi hişyarîdayîna derbarê xemsariya hikûmeta vî welatî derheq çareserkirina pirsgirêka Kurdan de got ku xisarkirin û derbaskirina demê li himber pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurdan ser zirara Kurdan û gelên din ên navçeyê ye.
Ehmed Turk, siyasetmedarê kurd û şaredarê wêdebirî yê Mêrdînê wek berteka li himber gotinên vê dawiyê yên Baxçelî derbarê azadkirina girtiyên kurd li Tirkiyê de got: Em gotinên Baxçelî giring dibînin lê hikûmeta Tirkiyê di pratîkê de gaveke diyar ranekiriye û ev yek bûye sedema bêbaweriya di nav civakê da. Ehmed Turk got: Di di halekî de ku behsa biratiyê tê kirin, em dibin şehedê wêneyeke Tirkiyê ku di pratîkê de li rex komên tundrew û cîhadî yên mîna Heyeta Tehrîr Şamê dimeşe.