Wezîrê Derve yê Îranê: Gelê Îranê li himber zorbêjan li ber xwe dide
Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Her dema ku bi zimanê zorê bi gelê Îranê re hatiye axiftin, gel li ber xwe daye.
Ebas Eraqçî bal kişand ser muzakirên nerasterast di navbera Îran û Amerîkayê de û got: Em di muzakireyan de pir cidî ne û li dû bidestxistina encamekê ne bi şertê ku aliyê beranber jî cidî be û ji bo muzakirên bi encam amadetiya xwe hebe.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê siyaseta Têhranê hevkariya nêzîk bi welatên cîran re da zanîn û got: Em ê bi hev re jibo parastina aştî û îstiqrara herêmê û girtina pêşiya zêdebûna nakokiyan hewl bidin.
Eraqçî bal kişand ser alûgurên girîng û berbiçav ên Îran, herêmê û cîhanê ji par ve heya niha û got: Di vê navberê de, em bûne şehedê şerê 12 rojî , alûgurên li New Yorkê û serdana welatên Ewropî bo Konseya Ewlehiyê û dû re jî ajawegiriyên vê dawiyê ku divê wekî operasyoneke terorîstî werin binavkirin.