Rêberê Şoreşê: 22ê Behmenê şan û mezinatîya gelê Îranê zêde dike û dijminan bêhêvî dike
HZ. Ayetullah Xamineyî di peyamekê de bereberê 22ê Behmenê (12 Sibatê), salvegera serkeftina Şoreşa Îslamî got: Di 22ê Behmenê de, bi nîşandana viyan û rawestana xwe dijmin bêhêvî bikin.
HZ. Ayetullah Xamineyî vê sibê di vê peyamê de, roja 22yê Behmenê wekî roja nîşandayîna hêz û rûmeta gelê Îranê bi nav kir û tekez kir ku beşdarbûna gel di vê meşê de û nîşandana emekdariya bo Komara Îslamî dibe sedem dijmin ji timakarî û çavbirçîtiya himber Îranê û berjewendiyên neteweyî paşde vekişe û got: Di 22ê Behmenê de, bi nîşandana viyan û rawestana xwe dijmin dilsar û bêhêvî bikin.
Rêberê Şoreşa Islamî, gelê Îranê gelekî xwedî armanc, bi viyan ,rijd û cidî , qedirzan û agehdar li ser mesilhet û fesadiyên derdora xwe zanî û destnîşan kir: Gelê Îranê di 12ê Behmena 1357ê ango 2ê Sibata 1979ê de bi rizgarkirina welêt ji destwerdana biyaniyan serkeftinek mezin pêk anî û di heyamê van salan de jî li hember hewildanên berdewam ên wan jibo vegerandina rewşa berê sekinî ku 22 Behmen sembola vê berxwedan û rawestanê ye. Wî dubarekirina beşdariya bi coş û girseyî ya gel di mesa taybet bi 22 Behmendê da tevî derbasbûna gelek salan ji serkeftina şoreşê, diyardeyek bêhempa pêka roja Serxwebûnê û Roja Neteweyî ya welatên din bi nav kir û got: Ev meş û daketina nav kolanan, kesên ku çav berdane axa Îranê, Komara Îslamî û berjewendiyên neteweyê, neçar dike ku paşde vekişin. Rêberê Şoreşê tekez kir ku hêza neteweyî zêdetir ji viya ku girêdayî bi mûşek û balafiran be, girêdayî bi viyan û berxwedana gelan e û xitabî gel got: Wek gelek buyer u babetên berê, vê carê jî bi nîşandayîna hêza neteweyî yanî yekitî, hêza raman û viyan û berxwedana xwe ya li himber wesweseyan, dijmin bêhêvî û dilsar bikin ji ber ku heya dijmin dilsar nebe yê dev ji êşandina me bernede. Wî bi nîşandayîna hêvîdariya xwe li ser dewama pêşkeftinên mezin ên madî û menewî yên ciwanan di warên curbicur de got: 22 Bahmen temsîla van hemû pêşkeftinan e û gel bi derketina li kolanan, qîrîna dirûşman û gotina rastiyan, hevgirtin û emekdariya xwe derheq Komara Îslamî radigihîne.
HZ.Ayetullah Xamineyî hêvî kir ku 22 Bahmena îsal, mîna hemû 22 Bahmenên derbasbûyî, mezinatî û rûmeta gelê Îranê zêde bike û gel û hikûmet û hêzên din neçar bike ku li himber gelê Îranê xeşîm, nerm u teslîm bibin.