Tebax 05, 2025 20:25 Asia/Tehran
  • Operasiyona leşkerî ya artêşa Yemenê dijî balafirgeha Bên Goryonê

Artêşa Yemenê derbarê operasiyona leşkerî ser balafirgeha Bên Goryonê agahî da.

Yehya Serî got: Hêza Mûşekî  operasyona leşkerî ya bi mûşekeke balîstîk a hîpersonîk a Filistîn 2`yê operasyoneke leşkerî dijî Balafirgeha Bên Goryonê li navçeya Yafaya Dagirkirî(Tel Aviv)  pêk anî ku ev yek bû sedema revîna bi mîlyonan bajaroknişînan ber bi stargehan û rawestandina xebatên balafirgehê. Wî got: Ev operasiyona bona alîkariya li xelkê mezlûm ê Filistînê û şervanên wê û wek bersiva li hember cinayetên kuştina xelkê û birçîhîştina wan û êrişa bajaroknişînan ser mizgevta Eqsayê cih hat ta ku dijmin û her kes bizane piştgîriya ji Xezzê berdewam e.

Serepeyv