Dorpêça giran a Xezzê û qeyrana birsîtiyê
UNICEF`ê ragihand: Her rojê 28 zarok li Zîvala Xezzê ji ber bombebaran, birsîtî, bedxwerin û kêmbûna xizmetguzariyan dimirin.
Qeyrana mirovî ya li Xezzê nasyar bi Şehîdên Pariyek Nan berfireh dibe. Ji ber dorpêçeke giran û kavilbûna berfireh a binesaziyên tenduristî û alîkariyê, deverên berfireh bi kêmasiya tam a xwarin, av, derman û xizmetên bingehîn re rû bi rû ne. UNICEF`ê ragihand: Zarokên Xezzê hewceyî xwarin, av, derman, piştgîrî û ya herî girîng jî agirbesê ne.
Rêberên Hemasê ragihandin ku hejmara kesên ku li Zîvala Xezzê ji birçîbûnê mirine gihîştiye 180 kesan ku 93 kes ji wan zarok in. Hemdan her wiha ragihand ku 22 hezar kamyonên alîkariyê li pişt derbasgehan hatine rawestandin û Rejîma Siyonîst bi zanebûn rê li ber derbasbûna wan digire.
Rêveberê Komavahiya Pizîşkî ya Şifayê li Zîvala Xezzê jî ragihand:Zarok û kal û pîrên li Xezzê pir jar û lawaz bûne û her rojê bi sedan kes ji ber birçîbûnê li Xezzê şehîd dibin û alîkariyên kêm ên ku tên şandin bi tu awayî têra birçîbûna giran a li Xezzê nakin.
Rejîma Siyonîst bi piştgiriya Amerîkayê li Xezzê şerê jînûsaydê daye destpêkirin ku kuştin, birçîbûn, wêranî û koçberkirina bi darê zorê digire ber xwe. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku seredana nexweşxane, kon û malên ku pariyek nan jî tê de tune ne bikin.