Serketina piştgirên Filistînê di dosîyeke dijî wan da li Ingilîsê
Sibat 15, 2026 17:20 Asia/Tehran
Dewleta Ingilîsê 7 mehan berî nika, Koma Filistîn Ekşin wek rêxistineke terorîst da nasandin û çalakîyên wê qedexe kir. Piştgirên mafên filistînîyan li Ingilîsê dozeke hiqûqî li Dîwana Bilind a Ingilîsê vekirin u bi raberkirina belgeyan selimandin ku dewleta vî welatî bi sûdwergirtina narewa ji qanûnên têkoşîna dijî terorîsmê, serratir ji desthilata qanûnî ya xwe pêngav rakirîye.