Gergerlîoglu: Eger li Sûriyeyê lihevkirin çênebe dê pêvajoya çareseriyê têk biçe
Tebax 04, 2025 20:07 Asia/Tehran
Parlamenterekî DEM Partiyê got eger Rêberê PKKyê Ebdullah Ocalan neyê berdan jî, dê pêvajoya çareseriyê serkeftî be.
Omer Faruk Gergerlîoglu amaje bi wê yekê kir ku eger derbarê rewşa Kurdan de li Sûriyeyê lihevkirin çênebe, dê pêvajoya çareseriyê li Tirkiyeyê têk biçe.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê got, "Eger em li gel desthilatê rûnên û gotûbêjê bikin, ez bawer im em dikarin vê bêbaweriyê derbas bikin. Wî got goherînên li Sûriyeyê cihê dilnigeraniyê ne. Eger li Sûriyeyê lihevkirin çênebe, pêvajoya Tirkiyeê têk diçe. Ev yek gelekî bi zelalî tê dîtin.
Nunerê DEM partîyê got Di pêvajoya yekem a çareseriyê de jî, dema her tişt baş diçû, pirsa Sûriyeyê derket holê û pêvajo têk çû.