Qeter ji bo êrişa ser DAIŞ'ê ji bargehên hewayî yên Tirkiyê îstifade dike
Îlon 08, 2015 09:02 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçan li Tirkiyê ragihandine ku rayedarên vî welatî qebûl kirine ku bila Qeterê ji bargehên leşkerî yên Tirkiyê bona êrişa ser grûpa terorîstî li nav Sûriyê û Iraqê îstifade bike.
Ajansa France Pressê (AFP) ragihandiye ku rayedarên Tirkiyê û yên qeterî duh bi hev re ser îstifadeya Qeterê ji bargehên hewayî yên Diyarbekir, Batman, Meletiye û Încirlîkê gotûbêj kirin.Balafirên şêr ên amerîkî û tirkiyeyî ji bo êrişa ser çeper û meqerên grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê di nav Sûriyê û Iraqê ji bargeha Încirlîkê îstifade dikin.