Îlon 07, 2015 21:24 Asia/Tehran
  • HDP: Divê demildest çek bêdeng bibin

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê derbarê şer û pevçûnên li Geliyê Doskê da daxuyaniyek weşand û daxwaza rawertandina şêrr kir.

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê derbarê şer û pevçûnên li Geliyê Doskê daxuyaniyek weşand û daxwaza rawertandina şêrr kir.
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyanyekê behsa şer û pevçûnên li Geliyê Doskê ya Geverê kir û diyar kir ku ”welat gav bi gav ber bi karesatê ve diçe. Agir her diçe mezintir dibe.”
HDP’ê diyar kir ku leşker û gerîla û herwiha xelkê medenî jî di vî şerî de dimrin û sersaxî bo hemû malbatên ku zarok û kesûkarên wan mirine, xwest.
HDP’ê di daxuyaniya xwe de amaje bi polîtîkayên hikûmeta AKP’ê kir û diyar kir ku ev yek dibe sedema kûrbûna arîşeyan.
Di daxuyaniyê de carek din banga bêdengkirina çekan hate kirin û hate gotin: ”Ti pirsgirêk nînin ku em nekarin bi rêya axaftin û diyalogê çareser nekin. Divê bang li parlemenê bê kirin ka zû bicive û bi rêbazên siyaseta demokratîk pirsgirêk bêne çareserkirin.”
HDP’ê di dawiya daxuyaniya xwe de got: ”Şert çi dibin bila bibin, ji xeynî aştî, wekhevî û biratiyê, rêyên din wê êşên me giran bikin. Bila serê me hemûyan sax be.”
Hate gotin ku şerê di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên artêşa Tirkiyê de li Geliyê Doskê ya Geverê berdewam e û hejmara leşkerên ku hatine kuştin gehiştiye 21 kesan, hejmarek leşker jî birîndar in.
Medyayên Tirkiyê diyar kirin ku şerê di navbera artêşa vî welatî û çekdarên PKK'ê li Geliyê Doskê li navçeya Geverê da berdewam dike. Di vî şerî de 21 leşkerên artêşa Tirkiyê hatine kuştin û hejmarek leşker jî wenda ne. Serfermandariya Artêşa Tirkiyê derbarê mijarê de ti daxuyaniyekê nade.
Gerîlayên PKK’ê doh li ser rêya qereqola Oremarê mayîn danîbûn û du otomobîlên cûrê Kobra teqandibûn. Di vî êrîşî de 15 leşker û fermandarê qereqolê İlker Çelikcan hatibûn kuştin.
HPG’ê jî bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku 15 leşker hatine kuştin.
Piştî vê êrîşê artêşa Tirkiyê li herêmê operasyon dabû destpêkirin. Hate zanîn ku ji şevê din heta niha şer û pevçûn berdewam in.
Dezgehên ragehandina Tirkiyê diyar kirin ku hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dane gehiştiye 21 kesan. Tê gotin hejmarek leşker jî wenda ne û dibe ku gerîlayên PKK’ê ew girtibin. Li herêmê şer û pevçûn berdewam dikin.