Êrişa ser nivîsgehên HDP li bajarên curbicur yên Tirkiyê
Îlon 07, 2015 21:23 Asia/Tehran
Hevçaxî zêdebûna şer û pevçûnên di navbera PKK û eskerên Tirkiyê, êrişên ser nivîsgehên HDP jî zêdetir bûye.
Li gor rapora Milliyetê, Piştî ku şeva bihurî nûça kuştina birek ji eskerên Tirkiyê li navça Daglîca belav bû, hinek ji aliyên fanatîk û pantirkîsm li bajarên cirbicur yên Tirkiyê êrişî ser nivîsgehên partiya qanûnî ya HDP ku partiyeke piştgirê mafê kêmnetewan e kirin.Bo nimûne hatiye ragihandin ku van êrişkeran li bajarên wekî Eskîşehîr, Balîk Esîr û Edirnê êrişî ser nivîsgeha HDP kirin û xisaretên zav li van nivîsgehan xistin.
Berpirsên HDP bilî şermezarkirina van êrişan dijî nivîsgehên xwe ragihandin ku eva hikûmeta AKP'ê berpirsê rasterast a van êrişan e.
Du mehên berî niha artêşa Tirkiyê bi despêkirina êrişên hewayî li dij çeperên PKK li bak,ûra Kurdistana Iraqê û çiyayê Qendîlê agirbesa du salî ya navbera artêşa Tirkiyê û PKK binpê kir û piştî viya bi mihana şerê dijî terorîstên DAIŞ'ê li bakûra Iraqê êrişî ser pêgehên PKK kir, bêyî ku xisrekê li pêgehên grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê bêxin ji ber vê yekê niha rewşa navxweyî ya gelek ji bajarên Tirkiyê aloz û tevlîhev bûye û van rojên dawiyê şer û pevçûna navbera du aliyan giran û berfire bûye û tê gotin hikûmeta AKP'ê hewldide ji vê rewşê ser xêra xwe li hilbijartên pêşwext sûdê bigire û li gelek ji dever û bajarên kurdan rewşa awate ragihîne bona ku xelkê kurd nikare dengên xwe bidin partiyên dijberê AKP'ê yên wek HDP'ê.