Berteka serokkomarê Tirkiyê li hemberî teqîna parêzgeha Colemêrgê
Îlon 07, 2015 20:28 Asia/Tehran
Serokkomarê Tirkiyê teqîna terorîstî ya parêzgeha Hekariyê (Colemêrgê) ku bûye sebeba kuştina 14 kesan bi şîdet mehkûm kir.
Li gor rapora IRIB News'ê, Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê li daxûyaniya xwe ya îro duşemê bilî mehkûmkirina teqîna terorîstî ya parêzgeha Hekariyê ku bûye sebeba kuştina 14 kesan ragihand, kesên ku karên wiha dikin bi dû viyan e ku derbê li biratî û yekbûna gelê Tirkiyê xînin , lê ew qet nagihêjin hedef û armancên xwe.Ji ber teqîna maynekê li ser riya karwanekî artêşa Tirkiyê li navça Daglîcayê ya parêzgeha Hekariyê , 14 esker hatine kuştin û birek jî birîndar bûn.
Ji du meh berî niha ku şer û pevçûna di navbera PKK û artêşa Tirkiyê destpê bûye , parêzgeha Hekariyê ji wan navçan e ku alozî li wê derê hertim berfiretir dibin.
her niha artêşa Tirkiyê li 111 navçên rojhilat û başûra rojhilata vî welatî rewşa awarte ragihandiye.