Du hezar ji endamên PKK`ê li Tirkiyê hatine kuştin yan birîndar bûne
Îlon 07, 2015 20:18 Asia/Tehran
Medyayên Tirkiyê idia kirin ku di heyama hefteya dawî da nêzikî du hezar kes ji endamên Partiya karkerên Kurdistanê (PKK) hatine kuştin yan birîndar bûne.
Li gorî rapora IRIB News`ê ji zarê malpera Report`ê, medyayên Trikiyê îro anku duşemiyê 7`ê îlona 2015`an ev yeka ji zarê serokkomarê Tirkiyê, Receb Teyib Erdoxan belav kirin.Medyayê Tirkiyê her wiha ragiahndin ku 250 kes ji endamên PKK`ê li Çiyayê Cîlodaxê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên vî welatî va hatine dorpêçkirin.
Roja yekşemiyê medyayên Tirkiyê ragiahndibûn ku 14 çekdarên vî welatî ji ber teqîna mayînê li parêzgeha Hekariyê hatien kuştin.
Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka şer û pevçûna di navbera şervanên PKK`ê û artêşa komara Tirkiyê di meha tîrmehê da, derûdora bi sedan kes ji hêzên ewlehî û ajanên tirk ji aliyê PKK`ê va hatine kuştin yan birîndar bûne.
Ev hejmarên ku serokkomarê Tirkiyê û medyayên vî welatî îdia dikin ji aliyê ti medyayeke serbixwe û bêteref nehatiye pişt rast kirin .