Dadgeha Sizayî ya Navneteweyî (Lahe) destwerdana Hizbullaha Libnanê di têrorkirina serokwezîrê berê yê vî welatî redkirî da zanîn.
Di çend rojên bihurî da ji be rteqînê li El-Bab û Cerablusa Sûriyê, du kes ji wan endamekî payebilind ên Artêşa Azad a Sûriyê hatin kuştin.
Teqînek li bajarê Cerablus a ser bi parêzgeha Heleb a bakurê Sûriyê pêkhat.
Li paytexta Lubnanê Beyrûtê, li cihê ku teqînê lê rû daye, bi sedan kurd dijîn. Gelek kes birîndar bûn û gelekan jî ziyanên madî dîtin. Li gel krîza aborî û rewşa jiyanî ya nebaş, gelo rewşa wan çawa ye?
Serokomarê Lubnanê ragihand, teqînên li Bendera Beyrutê bi qasî 15 milyar dolar zirar gihandiye wî bajarî û ji ber hejmara zêde ya birîndaran jî nîvê nexweşxaneyên wî welatî şiyana wan a wergirtina nexweşan nemaye.
Dewleta Tirkiyê bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan her derfetekê bi kar tîne da ku hegemonyaya xwe li dewletên Ereban fireh bike. Vê carê teqîna bendera Beyrûtê bi kar tîne, di hewldaneke nû de dixebite hegemonyaya xwe li Lubnanê bi rêya Tirkmen, Îxwan Muslimîn û sunniyan fireh bike û bisepîne.
Hejmara kuştî û qurbaniyên teqîna Beyrûtê gihîşt 163 kesan û hejmara birîndaran jî gihêştiye nêzîkî 6 hezar kesî.
Birca Azadiya Tehranê ji bo nîşandana hevderdiya netewê Îranê bi netewê Lubnan re piştî teqînên mezin ên Beyrûtê bi rengê Ala Lubnanê hat xemlandin.
Piştî teqîna Sêşemê ya li paytexta Beyrûtê Wezîra Ragihandinê ya Lubnanê Manal Ebdul Samed îstîfa kir. Van rojên dawî gelek wekîlan jî îstîfaya xwe dabûn.
Li paytextê Lubnanê bajarê Beyrûtê bi hezaran xwepêşanderan daketinin cade û kolanên bajêr û ji ber teqîna 4ê Tebaxê ya li wî bajarî rêveberiya siyasî protesto kirin. Hejmareke xwepêşanderan ketin nav avahiya Wezareta Derve ya Lubnanê daxwaza hilweşandina desthilatdariyê kirin.