Li Dîwaniya ya Iraqê di teqînekê de kesek mir û 2 kes birîndar bûn
Îlon 09, 2020 08:05 Asia/Tehran
Li herêma Dîwaniya ya Iraqê, bi mayînê êrişî kerwanekî lojîstîkê yê Koalîsyona Navnetewyî bi serkêşiya Amerîkayê hate kirin. Di encamê de kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.
Çavkaniyên hêzên ewlehiya Iraqê ragihand, li bajarê Dîwaniya mayînek bi kerwanekî lojîstîkê yê hêzên Koalîsyona Navneteweyî ve teqiya, di encamê de endamekî hêzên ewlekariyê mir û du jî birîndar bû.
Şaneya Ragihandina Ewlehiya agahî piştrast kir û diyar kir ku teqîn li ser riya Dîwaniya-Babil pêk hat, kesek mir û 2 jî birîndar bûn. Her wiha destnîşan kir ku hêzên polîsa Iraqê, bi taybet hêzên Swat bi kerwan re bû.