Têgihîştinnameya hevkaryê navbera Radyo û Televîzyona Îranê û Kanala Cemawerê ya Herêma Kurdistanê
Têgihîştinnameya hevkariya medyayî di navebra Radyo û Televîzyona Komara Îslamî ya Îranê û Kanala Cemawerê ya Herêma Kurdistana Iraqê ser bi Partiya Sosiyalîst a vê herêmê ji aliyê Rêveberê Giştî yê Karûbarên Navneteweyî yê Saziya Radyo û Televîzyona Îranê û Rêveberê Medya û Televîzyonê yê Partiya Sosiyalîst a Kurdistana Iraqê hat wajokirin.
Li gorî rapora Pêwendiyên Giştî ya Beşa Dervesînorî ya Radyo û Televîzyona Komara Îslamî ya Îranê, ‘Ebas Mihemednijad’ Rêveberê Giştî yê Karûbarên Navneteweyî li rex wajokirina vê belgenameyê tevî amajeya bi alîgiriya piştgirane ya medyaya Cemawrê derbarê siyasetên Komara Îslamî ya Îranê, hevkariya bi vê kanalê raw ek derfetek ji bo belavkirina berhemên Radyo û Televîzyona Îranê û weşandina peyama aşitî û hevaltiyê ya Komara Îslamî ya Îranê zanî.
Xatû ‘Şeram Mihemed Mehmûd’ Rêvebera Kanala Cemawerê jî tevî amajeya bi alûgorên vê dawiyê û şerê sepandî yê 12-rojî, got: Ji destpêka destdirêjiya Rejîma Siyonîst va ji bo Partiya Sosiyalîst û alîgirên Komara Îslamî ya Îranê li Herêma Kurdistanê aşkira bû ku Îran bi ezmûna 8 sal şerê sepandî û şiyana xwe ya leşkerî û berevaniyê dê serkeftiyê vê qadê be û ev şer bilez û bi serkeftina Komara Îslamî ya Îranê bi dawî tê.
Wê tevî diyarkirina mixabiniya xwe ji êrîşa Rejîma Siyonîst ser Avahîya Şûşeyî ya Radyo û Televîzyonê, ji ber şehîdbûna du hevkarên vê saziyê sersaxî da û ji bo rêveber û karmendên Radyo û Televîzyonê hêviya serkeftin û tenduristiyê kir.