Îlon 06, 2020 00:20 Asia/Tehran
  • Ji ber teqîna erebeyê li Heleba Sûriyê, kesek hat kuştin

Ji ber teqîna erebeya bombekirî li parêzgeha Heleba Sûriyê, kesek hat kuştin û sê kes birîndar bûn.

Li gorî rapora IRNAyê, Ev teqîn li bajaroka Xendûre ya bakurê rojhilata Helebê qewimiye; Cihê ku di bin dagîrkeriya hêzên Tirkiyê da ye.

Heta niha tu kom an kesekî berpirsiyariya vê teqînê negirtiye ustiyê xwe.

Artêşa Tirkiyê bi îdiaya "Şerê dijî têrorîsmê", beşeke bakurê Sûriyê dagîr kiriye.

 

Serepeyv