MSDê ji bo Kobaniyê bang kir: Dorpêç cinayeta li dijî mirovahiyê ye
Sibat 09, 2026 17:55 Asia/Tehran
Meclisa Sûriyeya Demokratîk dorpêça li ser Kobaniyê şermezar kir û ragehand ev boykot cinayeta li dijî mirovahiyê ye.
Li gorî daxuyaniya MSDê, jiyana nêzîkî nîv milyon mirovan li kobaniyê ji ber qutkirina av û elektrîkê û rêgirtina li ber derbasbûna derman u alavên bijîşkî û xwarinê di xeterê de ye.
MSDyê diyar kir ku boykoteke dijwar li ser Kobaniyê heye ku xelkê resen ê bajêr û koçberên ji Efrîn, Tibqa, Reqa, Şêx Meqsûd, Eşrefiyeyê yên ku xwe li bajêr girtine dike armanc.
Li gorî daxuyaniyê, navendên tenduristiyê derman û pêdiviyên xwe yên dawî bi kar tînin û piraniya dikanan jî ji ber ku depoyên wan vala bûne hatine daxistin.