Yekem hilbijartina Sûriyê di dewrana hikûmeta Colanî de/ Ehmed Şera yek ji sêyê parlimanteran destnîşan dike
Sûriye sibê di demekê de dê bibe şehedê hilbijartinên parlemanî piştî hileweşîna nizama Beşar Esed ku Colanî bi xwe yê yek ji sêyê 210 kursiyên parlemanê destnîşan bike.
Hikûmeta demkî ya Sûriyê bi serkirdetiya Colanî îdia dike ku sedema bikaranîna rêbazek nû û cûda ji berê di lidarxistina hilbijartinan de, bêîstîqrariya li vî welatî ye. Newar Necme, Berdevkê Komîteya Bilind a Hilbijartina Parlemana Sûriyê jî got: Hhilbijartina Sûriyê niha bi gelek pirsgirêkan re rûbirû ye.Karzanên karûbarên Sûriyê dibêjin ku hilbijartina nû li Sûriyê di bin desthilatdariya Colanî da dê ne demokratîk be ji ber ku dê bi awayê nerasterast were lidarxistin û dengdana ji bo hilbijartina du ji sêyê parlimanteran dê bi rêya şandên navçeyî cih were û yek ji sêyê parlimanteran dê rasterast ji hêla Colanî ve werine hilbijartin.Sûriye di halekî de dê sibê bibe şehedê hilbijartinan ku mehên derbasbûyî de hêzên Colanî gelek cinayet dijî kêmîneyên Elewî û Durûzî li vî welatî kirine û Şewq Îbrahîm, çalakvanekî Sûrî, derbarê qirbanîbûna zêdetirî 20 hezar Elewiyan li vî welatî ji aliyê terorîstên girêdayî rejîma Colanî ve agahî daye. Her wiha nakokiyên di navbera Colanî û hêzên Kurd ên Sûriyê de ku kontrola beşên bakurî di destê xwe de ye di rojên derbasbûyî de pir zêde bûne. Nûrî Şêxo Hevserokê Encumena Sivîl a taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd li Helebê, ragihand ku hêzên girêdayî Colanî di rojên derbasbûyî de bi avakirina zêdetirî 30 xalên kontrolê û zêdekirina liv û tevgerên leşkerî peymanên berê binpê kirine û aramiya deverê li hev xistine. Ji hêla din ve, Seroka Partiya Sûriya Pêşerojê got: Hilbijartinên parlemana vî welatî ji aliyê hikûmeta demkî ya Colanî ve rewatiya xwe tin. Koser Doku, Hevseroka Partiya Sûriya Pêşerojê, ragihand ku hilbijartinên Meclîsa Gel ku hikûmeta demkî ya Sûriyê dixwaze wê li dar bixe, nûnertiya rastî ya gel, bi taybet jinan nake û ji ber vê sedemê ne rewa ye.