Li Mûsilê teqîn – Kesek hat kuştin
Îlon 12, 2020 15:20 Asia/Tehran
Li devera Şore ya Mûsilê di du teqînan de kesek hat kuştin.
Efserekî polîsê Mûsilê bi navê Beşar Semîr ji BasNewsê re got, şeva borî di navbera gundên Şurtaniye û Tase yên nahiya Şore ya Mûsilê du teqîn qewimîn.
Wî efserî da zanîn, di her du teqînan de jî otomobîlên sivîlan hatin armanckirin. Di wan teqînan de mixabin kesek hat kuştin.
Bi gotina wî efserî, piştî teqînê hêzên ewlehiyê dest bi lêgerîn û operasyonê kirin.