Du teqînên giran li navçeyên dagîrkirî yên Serîkanî û Girê Sipî qewimîn
Tebax 18, 2020 20:04 Asia/Tehran
Li navçeyên dagîrkirî yên Serîkanî û Girê Sipî li bakurê Sûriyê ku di bin kontrola hêzên Artêşa Tirkiyê û Artêşa Azad a Sûriyê da ne, hevdem du teqînên giran qewimîn.
Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê KRD Newsê, Li navçeyên dagîrkirî yên Serîkanî û Girê Sipî li bakurê Sûriyê ku di bin kontrola hêzên Artêşa Tirkiyê û Artêşa Azad a Sûriyê da ne, hevdem du teqînên giran qewimîn.
Li gorî rapora KRD Newsê, Ev du teqîn bi rêya teqandina du erebeyên bombebarkirî li navçeya bin kontrola Artêşa Tirkiyê pêk hatine û di encamê da gelek kes hatine kuştin an birîndar bûne.
Heta vê kêliyê tu lêzanînek derbarê goriyên van du teqînan belav nebûye.