Baregeha hevpeymaniya navneteweyî bi serokatiya Amerîkayê li navçeya sînorî ya navbera Sûriye, Iraq û Urdinê kete ber êrîşa bi xwefirran.
Di encama teqîna bihêz a bombeyeke danandî li nav kamiyonekê li navbea bajarê Babê yê Sûriyê, 14 welatiyên sivîl ji wan jin ûzzarok hatin kuştin û 50 kes jî birîndar bûn.
Medyayên Tirkiyê ji zarê çavkaniyên ewlehiyê yên vî welatî îdia kirin ku 300 hêzên leşkerî yên ser bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bo navçeya Qerebaxê hatine şandin da ku tevlî şerê Ermenistanêû Komara Azerbaycanê bibin.
Fermandarekî koma bi navê Artêşa Azad a Sûriyê ya ser bi Tirkiyê, şandina hêzan bo Komara Azerbaycanê piştrast kir.
Li navçeya Til Temirê pevçûneke giran di navbera Hêzên koma bi navê "Artêşa Azad a Sûriyê" ya ser bi Tirkiyê û Hêzên Sûriya Dêmokratîkk (HSD) da qewmniye û di encamê da 20 hêzên "Artêşa Azad a Sûriyê" hatine kuştin.
Li navçeyên dagîrkirî yên Serîkanî û Girê Sipî li bakurê Sûriyê ku di bin kontrola hêzên Artêşa Tirkiyê û Artêşa Azad a Sûriyê da ne, hevdem du teqînên giran qewimîn.
Di çend rojên bihurî da ji be rteqînê li El-Bab û Cerablusa Sûriyê, du kes ji wan endamekî payebilind ên Artêşa Azad a Sûriyê hatin kuştin.