Êrîşa bi xwefirran li ser baregeha leşkerên amerîkî li Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i338943-Êrîşa_bi_xwefirran_li_ser_baregeha_leşkerên_amerîkî_li_sûriyê
Baregeha hevpeymaniya navneteweyî bi serokatiya Amerîkayê li navçeya sînorî ya navbera Sûriye, Iraq û Urdinê kete ber êrîşa bi xwefirran.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 20, 2023 14:40 Asia/Tehran
  • Êrîşa bi xwefirran li ser baregeha leşkerên amerîkî li Sûriyê

Baregeha hevpeymaniya navneteweyî bi serokatiya Amerîkayê li navçeya sînorî ya navbera Sûriye, Iraq û Urdinê kete ber êrîşa bi xwefirran.

Li gorî rapora IRNA'yê, Koma nasyar bi Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) roja Îniyê ragihand: Baregeha El-Tenefê ya hevpeymaniya navneteweyî li sêgûşeya sînorî ya navbera Sûriye, Urdin û Iraqê ketiye ber êrîşa bi xwefirrên nenas.

Li gorî vê raporê, Ji ber vê êrîşê hin endamên Artêşa Azad a Sûriyê tûşî zirara canî bûn û hêzên hevpeymaniya navneteweyî bi rêberiya Amerîkayê ketin rewşa amadetiyê.

Fermandetiya artêşa Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand, sê xwefirran hêzên me li navçeya El-Tenefa Sûriyê kirin armanc. Di vê êrîşê da ziyan negihîşte ti leşkerekî amerîkî; lê du hêzên Artêşa Azad a Sûriyê birîndar bûn.